Doza Îstîsmara zayendî ya li Sarohanê hat taloqkirin
17:18
JINHA 
MANİSA -  Doza li Sarohanê ya ku Yakup Kiliç ê ku 5 salan îstismara zayendî li xwendekarê xwe kir, ji ber ku di dosyayê de kêmasî hebû taloqî 27'ê kanûnê hat kirin.
Li Navçeya Saruhan ya Manîsayê Mamosteyê endamê Turk Egitîm Senê Yakup Kiliç  yê ku 5 salan li ser 28   xwendekarên xwe yên zarok  îstîsmara zayendî pêk anî, piştî ku îstîsmar hat bihîstîn  ji peywirê hat gitin. Doza der barê Yakup Kiliç de hat vekirin  li 1êkemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê hat dîtin. Doza ku hat dîtin ji aliyê  Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestîn (KCDP) ve jî hat şopandin. 
Der barê dozê de ji aliyê Komîsyona Mafên Zarok û Jinan ya Baroya Manîsayê ve  daxuyanî hat dayîn û  wiha hat gotin: " Ji ber ku dê îfadeya bersûcekî bi talîmatê bê girtin daneşîn hat  taxîr kirin. Piştî ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin  em li bendê ne ku daneşîna bê bibe daneşîna biryarê."
(ay/gc/mk)
