Li mamosteyê gumanbarê îstîsmara zayendî ev 6 sale doz nayê vekirin!

09:06

Ayşe Yilmaz/JINHA

MANİSA - Li Manîsayê D.C ku 5 salan rastî îstîsmara kesê bi navê Caner Guven hat serlêdana sûc kiribû û tevî ku 6 meh di serde derbas bûye jî hîna doz nehatiye vekirin.

Di meha gulana borî de li navçeya Şehzadeler a Manîsayê D.C diyar kiribû ku 5 salan rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê wêjeyê Caner Guven ku li Lîseya Anadolu y aHasan Turek, mamostetiyê dike hatiye û li dozgeriyê serlêdana sûc kiribû.

Tevî k udi navberê de 6 meh derbas bûye jî dosya hîna nehatiye temamkirin. Parêzerê ku têkildarî dozê de çû edliyeyê jî bersiva 'dozgerê lêpirsînê Metîn Etîl di çarçoveya operasyona FETO'yê de hatiye girtin. Ji ber delîl û kesê zana neketiye raporê dosya temam nebûye' girt.

Parêzer Ozge Arslanê got tevî serlêdana sû hîna doz nehatiye vekirin û got ev jî kêmasiya edeletê ye û wih agot: "Di 3'ê Gulanê de me têkildarî muvekîla min ku rastî îstîsmara zayendî ya mamoste Caner Guven de hatibû de serlêdana sûc kir. Di vê pêvajoyê de lêpirsîna me di asta dosyayê de berdewam dike. Lê di dosyayê de dokumanên kompîtur, telefon, hardîsk nehatin bicihkirin. Em dipên ku ev bikevin dosyayê.Em wek komîsyona mafê mirovan û jinan a Baroya Manîsayê wê şopdarên dozê bin."

(hu)