Doza Sûrê ya xwerêveberiyê hat dîtin

13:24

JINHA

AMED - Doza Hevşaredarên Sûrê û siyasetmedarên kurd ên ku piştî îlankirina xwerêveberiyê der barê wan de hat vekirin hat dîtin, daxwaza rakirina şerta kontrola edlî hat redkirin.

Doza ku der barê Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut, Hevserokê DBP'ê yê Sûrê Alî Riza Çîçeklî, xebatkaran Akademiya Jinê Guneş Olemz û welatiyê bi navê Hasan Irmak de piştî îlankirina xwerêveberiyê hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di doza ku siyasetmedarên ku bi muebetê tên darizandin de parêzer amade bûn.

Dozgerê dozê û parêzerên bersûcan xwestin kêmasiyên di dosyayê de bêN temamkirin. Parêzeran xwestin şerta kontrola edlî ya Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut û qedexeya derketina derveyî welat a Alî Riza Çîçek bê rakirin.

Heyeta dadgehê biryara der barê bûyerên ku li Sûr û Rezan qewimîn de ji Walîtiya Amedê re nivîs bê nivîsandin. Daxwaza rakirina şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat bi hinceta asta darîzandinê hat redkirin. Doz taloqê çileya 2017'an hat kirin.

(gc/mk)