Rojnamegera xwest bikeve dozê rastî êrîşê hat
13:18
JINHA
STENBOL- Doza du jinên ku li Karakoya  Stenbolê li serşoyekê (hamam) rastî êrîşa zayendî hatibûn  hat taloqkirin û rojnameger Canan Coşkun ya ku xwest bikeve doze  jî ji aliyê peywirdarê ewlehiyê û mûbaşîr ve rastî êrîşê hat.
 
Doza du turîstên fransî  ku di 4'ê  adara 2015'an de ji ber ku li serşoyê rastî êrîşa zayendî hatibûn  û gilî kiribûn  hat vekirin  danaşîna wê ya 4'emîn  li Çaglayanê  li  40'emîn  Dadgeha Ceza ya Aslî hat dîtin.  Doza ku ji bilî parêzeran dadgehê destûr neda kesek bişopîne ji ber delîlên kêm  taloqî  28'ê sibata  2017'an hat kirin.
êrîşî rojnameger kirin
Her wiha li ser biryara dadgehê  nehiştin ku rojnameger bikevin salona danaşînê û nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê  Canan Coşkun  a ku xwest bikeve danaşînê jî ji aliyê  mubaşîr û peywirdarê ewlehiyê ve bi destan hat dafdan û hat tacîzkirin.
Parêzrên ku xwestin rojnameger dozê bişopînin û daxwaza wan nehat qebûlkirin ,  der barê mubaşîrê dagehê û peywîrdarê ewlehiyê de  serlêdana sûc kirin.
(ro/gc/mk)

