Doza 5’ê Hezîranê taloqî 16’ê kanûnê kirin

16:14

JINHA

ENQERE - Doza êrîşa 5’ê Hezîranê ya ser mîtînga HDP'ê ya Amedê li Sîncanê hat dîtin. Ji bo lêkolînkirin û girtina îfadeyên şahidan runiştina dozê taloqî 16’ê kanûnê kirin.

Doza yekemîn a êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê di 5'ê Hezîranê de pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 400 kes jî birîndar bûn li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin. Di dozê de kurteya îdianameyê hat xwendin. Piştre parêzerên mexdûran axivîn û daxwazên xwe yên ji bo îdianameyê kirin.

Di runiştina dozê de Lisa Çalan, parlementerên HDP’ê Osman Baydemir, Mizgin Irgat, Nursel Aydogan, Nimetullah Erdogmuş û Besime Konca ji di navê de gelek kes amadebûn. Li gel wekîlan Komisyona Hiquqê ya HDP’ê jî di salonê de amadebû.

Ji bo zelalkirina teqînê doz taloqî 16’ê kanûnê hat kirin.

(zt)