Doza 5’ê Hezîranê hat dîtin

13:14

JINHA

ENQERE - Di doza êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de parêzeran xwestin doz careke din neqlî Amedê bêkirin.

Doza yekemîn a êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê di 5'ê Hezîranê de pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 400 kes jî birîndar bûn li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin. Di dozê de kurteya îdianameyê hat xwendin. Piştre parêzerên mexdûran axivîn û daxwazên xwe yên ji bo îdianameyê kirin. Parêzaran diyar kir ku di biryara neqilkirina dozê de pirsgirêka ewlehiyê bi aweyeke şenber tuneye, doz li Enqereyê dîtin dê ji bo mexdûrbûnên nû rê veke, ji ber vê yekê jî xwestin doz neqlî Amedê bê kirin. Parêzeran destnîşan kirin ku heke ev pêk neyê jî lêçûnên mexdûran ên çûn û hatina Enqereyê divê bê bicihanîn.

Parêran diyar kirin ku kesê bi navê Yîgît Suleyman Zelen ê ku wekî muxdûr di dozê de cih girtiye ji ber îfadeyên Orhan Gonder divê wekî bersûc cih bigire ji ber ku di îfadeyê de tê gotin ku agahiya vê kesê ji êrîşa bombeyî hebûye.

Di runiştina dozê de Lisa Çalan, parlementerên HDP’ê Osman Baydemir, Mizgin Irgat, Nursel Aydogan, Nimetullah Erdogmuş û Besime Konca ji di navê de gelek kes amadebûn. Li gel wekîlan Komisyona Hiquqê ya HDP’ê jî di salonê de amadebû.

(zt)