Sedema girtina Zehra rojnamegertiya wê ye
11:26
JINHA
MÊRDÎN -   Edîtora Ajansa me Zehra Dogan  ya ku bi mehan li Nisêbînê  nûçe dişopandin  bi  îdiaya  "endama rêxistinê ye"  hat binçakirin û piştre jî hat girtin. Der barê Zehra de îdianame hat amadekirin. Zehra ya ku dê daneşîna wê  di 9'ê kanûnê de bê kirin,  sedema  girtina wê ya ku ev 3 meh in girtiye jî  ji ber ku şahidan gotine "rojnameger e"
   
Dî dema ku di 13'ê kanûnê de  li Nisêbîna Mêrdînê  "qedexeya derketina kolanan hebû nûçegîhana me Zehra Dogan li Nisêbînê bi mehan nûçe şopandin.   Lê  di 21'ê tîrmehê de dema ku ligel hevalên xwe li kafeyê rûniştîbû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin Muduryeta  Ewlehiyê ya Nisêbînê.  Piştî ku li dozgeriyê îfadeya Zehra hat girtin bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin.  
Derbarê  Zehraya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve îdianame hat amadekirin.   Di îdianameya ku ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin de  îfadeya şahidan  jî  wekî delîl hat nîşandan.   
Dî îfadeyên şahidan de tê gotin ku  Zehra rojnameger e
Di îdianameyê de kesên ku şahidî kirine  gotine   "Zehra rojnameger e û dema ku dîmen dikişand me ew dîtiye."   
Li gel ku hatiye gotin Zehera rojnameger e jî lê dîsa  dozger xwest ku girêdana wê ya bi rêxistinê re bide îspatkirin û wiha îdia kîr: "
Dî çarçoveya lêkolîna li ser dosyaê de der ket holê ku  Zehra li gorî rêxistina PKK/KCK'ê tevgerîyaye û ji ber vê jî ew endama rêxistinê ye   û di vî der barî de gelek delîl di destê me de hene."
Her wîha dê daneşîna Zehera di 9 kanûnê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin  û parêzerên  Zeherayê ji bo wê daxwaza tehliyeyê kirin.
(gc/mk)

