K.B ya di ensestê de bêdeng nema li bende piştgiriyê ye - TAYBET

09:16
TAYBET" class="social-twitter">

Medine Mamedoglu/JINHA

MERSÎN-K.B ya din av malbatê de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, têkildarî birayê xwe Eymen B de serlêdana sûc kir. K.B da zanîn ku wê di dozên jinan de bibe destek û wiha got: "Bi hezarna jinên rastî tecawizê hatine hene. Ev bi mirinê re wek heve. Lê jinên bi destê min girtin hebûn. Me hêvî kir. Me baweriya xwe winda nekir. Emê winda nekin."

Li Mersînê 10 sal berê K. B rastî îstîsmara zayendî ya nav malbatê hat û niha hewl dide têkildarî birayê xwe Eymen B de serlêdana sûc bike. K diyar kir ku 10 sal berê du salan rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe hatiye û got doza wê dest pê bike ji bo wê yekane rêya hêviyê ye û wiha got: "Min nekarî vê bûyerê ji kesî re bêjim. Ji berk u kesî alîkarî nedida min. Vê bûyerê 2 salan berdewam kir. Piştre rojekê dayika min em dîtin, dayika min ne li birayê min li min xist. Dema ez hatim ser hişê xwe her derê min mor bibû. Ligel vê dayika min wekê ku tiştek nebûye tevdigeriya. Xwedî zîhniyeta mêr bû. ji ber vê ez sûcdar didîtim. Kesî piştgirî nedida min. Ji ber vê min kesî re nedigot."

'Bila jin dengê min bidin bihistin'

K. got ji bo ev tiştên hatine serê wê, neyên serê jinên din, piştgiriyê dipê û wiha got: "Ev ne tenê meseleya jinê ye. Ev pirsgirêka her kesê ku dibêjin em xwedî wijdanin. Lê mixabin piranî jin rastî vê tên û ji ber vê jî jin dikarin min bêkin û jinên rastî tacîzê nehatine tine. Bi hezaran jinên rastî tecawizê hatine hene. Ev wek mirinê ye. lê jinan bi destê min girt. Me hêvî kir. Me jinan bi baweriya ku wê edelet were wenda nekir. Roj bi roj her ku dengê me bê bihistin wê baweriya me zêde bibe. edelet bê cih wê jinên din jî bên xilaskirin."

'Emê hefteya pêş serlêdana sûc bikin'

Eren Keskîn ya parêzeriya K. Dike diyar ki rku îstîsmara nav malbatê û ensest dikeve sûcên giran. Erenê diyar kir ku K. Di vê pêvajoyê de gelek têkoşîn daye û wiha got: "K.B yek ji mexdurên ensestê ye. bûyerên bi vî rengê li erdnîgariya me pir zêde ne. têkiliya ensest êrîşa herî zemhet ya dikare bê vegotinê ye. ji berk u mexdur ji ber sazbûna malbatê nekare biaxive. Biaxive jî sûcdar ew tê dîtin. K.B niha li cihekî tê parastinê. Dema ket bin parastinê ev anîn ziman. Em niha xwe amade dikin ku têkildarî birayê wê de serlêdan sûc bikin. mexdur niha di alî fîzîkî û psîkolojîk de tedawiyê dibîne. Emê van raporên dermankirinê jî bidin dozger. Emê daxwaz bikin ku birayê wê bê girtin. Her wiha êrîş ne tenê li dijî K.B li dijî biraziya wê jî hatiye kirin. ev mirovên wisa dikarin êrîşên nûb ikin."

(hu)