Parêzerên Êlihê êrîşa li İzmîrê ser parêzera jin şermezar kirin

15:25

JINHA

ÊLIH - Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ya Êlihê piştgirî da parêzera OHD'î Fatma Demîrer a ku li Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de bi kurdî Tahîr Elçî bi bîr anî û rastî êrîşê hat.

Baroya Êlihê ku nêzî 300 parêzerên wî hene ji bo rêveberiya xwe ya nû diyar bikin û pirsgirêkên xwe yên pîşeyî nîqaş bikin di Civîna Giştî ya Baroya Êlihê de hatin cem hev. Endama Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Kubra Demîn a di civînê de axivî piştgirî da parêzer a OHD'î Fatma Demîr a ku di Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de bi kurdî axivî û rastî êrîşê hat.

Kubra bi bîranîna Tahîr Elçî dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li Îzmîrê êrîşa nijadperest a li dijî endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) pêk hatiye li hemberî hiqûqê heqeretek e.Kubra got ku parêzer gelek caran li edliyeyan rastî êrîşa dozgeran tên û wiha got: "Cara yekem e li Îzmîrê hempîşeyên me ji aliyê hempîşeyên xwe ve rastî êrîşê hatin. Em dibêjin ku vî êrîşa nijadperest qebûl nakin û bi parêzerên OHD'î re ne."

(zt)