Ji kujer Ebdul Rezq Îbrahîm re cezayê muebedê hat dayîn

19:33

JINHA

QAMIŞLO- Kujera jina bi navê Henan Îbrahîm Ebdul Rezaq Îbrahîm û hevkarê wî Îbrahîm Kuso li dadgeha gel hatin darizandin û ji wan re cezayê muebedê hat dayîn.

Di 28'ê nîsanê de jina bi navê Henan Îbrahîm wenda bû û li ser giliyê hevjînê wî Bengîn Bikentî re hêzên Asayişa Gel lêkolîn dabûn destpêkirin. Di encama lêkolînan de guman hebû ku Ebdul Rezaq Îbrahîm bi Henan Îbrahîm re têkiliya wê hebûye û li ser vê bingehê Ebdul Rezaq Îbrahîm hate girtin. Piştî 12 rojan jî cenazeyê Henan Îbrahîm li bîrekê li gundê Sîxa Xerbî hate dîtin. Di encama lêpirsînê de Ebdul Rezaq Îbrahîm mukir hat ku ew Henanê qetilkiriye. Herwiha hevalê wî Îbrahîm Kuso jî ji vê bûyerê haydar bûye û ji bo rastî werin veşartin, hevkariya wî kiriye. Di encamê de Îbrahîm Kuso jî hate girtin.

Îro li Navenda Akademiya Celadet Bedirxan ya bajarê Qamişlo doza Ebdul Rezaq û Îbrahîm Kuso hate dîtin. Di serî de meclîseke jûrî ya ji 60 kesan ku nûnerên rêxistinan in, hatin destnîşankirin. Paşê dozgeriyê îdeaname xwend û mafê parastinê li Ebdul Rezaq û Îbrahîm Kuso re hate dayîn. Piştre endamên jûriyê bi pirsên xwe xwestin ku vê cinayetê ronî bikin. Di encama nirxandin û nîqaşên berfireh li ser bûyerê de, ji hêla dozgeriyê ve jî pêşniyar pêşkêşî dadgehê hate kirin. Li ser vê yekê pêşniyarên jûrî jî pêşketin û herî dawî bi dengdana gel ji bo Ebdul Rezaq Îbrahîm cezayê muebet, ji bo Îbrahîm Kuso jî ji ber ku delîlên cinayetê veşartiye û hevkarî kiriye salek girtîgeh hate birîn. Herwiha endamên jûrî xwestin ku di derbarê rêderçûnên yên Ebdul Rezaq Îbrahîm de lêpirsîneke din were vekirin.

Ebdul Rezaq Îbrahîm di rêveberiya erka xweparastinê de cih digirt û Henan Îbrahîm jî li wir nas kiribû. Lê di heman demê de îdea heye ku rêderçûnên cidî kiribe. Lewre dê lêpirsîna di vê barê de jî were kûrkirin.

(cg/ah/rc)