Kujer Îbrahîm Ebdul Rezaq ji aliyê gel ve tê darizandin

12:44

JINHA

QAMIŞLO- Kujerê jina bi navê Henan Îbrahîm Ebdul Rezaq Îbrahîm Ebû Rûstem ku di 2'ê gulana 2016'an ji hêla Hêzên Asayişa Gel ve hate girtin û li guneha xwe mukir hat û hevkarê wî Îbrahîm Kuso îro li Akademiya Celadet Bedirxan ya bajêr ji hêla gel ve tê darizandin.

Ebdul Rezaq Îbrahîm bi nasnav (Ebû Rustem) 28'ê nîsana îsal jina bi navê Henan Îbrahîm bi awayeke hovane qetilkiribû. Paşê cenazeyê wê bire gundê Sîxa Xerbî û xiste bîrekê de. Bi wendabûna Henan Îbrahîm re hevjînê wê Bengîn Bikentî gilî li Hêzên Asayişa Gel kir û hêzên Asayişa Gel dest bi lêpirsînê kirin. Di encama lêpirsînê de tevahiya guman bi ser Ebdul Rezaq de kûr bûn. Asayişa Gel Ebdul Rezaq kirin bin çavan, piştî ku cenazeyê Henan Îbrahîm bi 12 rojan şûn ve hate dîtin, di dawiya lêpirsînê de Ebdul Rezaq xwe mukir hat ku jina bi navê Henan Îbrahîm ew qetilkiriye û cenazeyê wê jî avêtiye bîrê li gundê Sîha Xerbî.

Îro jî li Akademiya Celadet Bedirxan yekemîn rûtinştina doza Ebdul Rezaq û Îbrahîm Kusa ku haya wî ji bûyerê hebûye, pêk tê. Di dozê de meclîseke berfireh ji nûnerên rêxistinan wek jûrî hatin hilbijartin. Dozger îdeanameya xwe xwend û paşê jî mafê parastinê ji Ebdul Rezaq re hate dayîn.

Di dawiyê rûniştinê de tê payîn ku dozgerî pêşniyar bike û li ser biryara jûrî dê ceza li Ebdul Rezaq were birîn.

(cg/ah/rc)