Di hilbijartinên Baroya Îzmîrê de Parêzerên Hevdem li pêşin

09:01

Ayşe Yilmaz/ JINHA

ÎZMÎR - 7 hezar û 500 parêzerên girêdayê Baroya Îzmîrê sibê ji bo rêveberiya nû ya baroyê diyar dikin diçin ser sindoqan. Namzetiya herî xurt a hilbijartinê Koma Parêzerên Hevdem a di rêveberiyê de bi temsiliyeta wekhev lîsteya xwe diyar kiriye, dertê pêş.

Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê vê dawiya hefteyê pêk tê. Baroya Îzmîrê ku bi 7 hezar û 500 namzetên xwe yek ji baroyên herî mezin ya Tirkiyeyê re, wê rêveberiya xwe ya nû diyar dike. Namzetê herî xurt a Baroyê Koma Parêzerên Hevdeme. Lîsteya rêveberiya komê ku demratîkbûn, wekhevî û hiqûqê esas digire, temsiliyeta wekhev dihundirîne.

Namzetê serokatiyê Cemal Erdem ku cudabûna Koma Parêzerên Hevdem vegot diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê di bin êrîşeke mezin de ye. Cemal diyar kir ku piştî 15'ê Tîrmehê şûnde welat bi Biryarnameyên Hukma Qanûnê (KHK) tê bi rêvebirin û got: "Em ne bêhêvîne. Hewcedariya Îzmîr û her bajarî b ime heye. Ji bo pêşeroja zarokên me divê mirovên bi hiqûqê bawer dikin hebin. Ji bo parastina mîrateya hevpar a bajar û derdorê peywirên girîng li bende me ne."

Ji 5 namzetên jin yên Koma Parêzerên Hevdem Zohre Dalkiranê jî balkişand ser girîngiya temsiliyeta wekhev a rêveberiyê û got: "Jin wek her qadê wê di rêveberiya baroyê de jî xebatên xwe bidomîne. Mijarên wekê mafê jinan, têkoşîna li dijî şîdetê, pirsgirêkên penaberan, mafên zarokan wê destpêkê bin."

Yek ji namzetên rêveberiyê Aylin Aras Ozturkê jî got bi taybet di xebatên komîsyonê de parêzerên dayikin tevlî civînan nebûne û got ji bo vê biguherin başiya parêzeran wê xebatan bikin. Alînê da zanîn ku li baroyê jib o parêzerên dayik divê odeya lêngerîn azarokan teqez hebe.

(fk\hu)