Futbolîstên bi lîsans têkoşîna xwe ya sahayan li zindanan didomînin

09:06

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Futbolîstan bi lîsans Hafso Yalçin ku bi hinceta kevir avêtiye polîs rastî 9 sal ceza hatiye got: "Ez li zindanê bim jî wê têkoşîna min bidome."

Hafso Yalçin y a18 salî ku li Zanîngeha Erdexenê beşa Perwerdehiya Beden dixwîne û lîstikvana bi lîsans a tîma futbolê ye li Nisêbîna Mêrdînê bi hinceta ku kevi avêtiye polîs hat binçavkirin û girtin. Hafso ku ev salek û nîve di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye, rolê zayenda civakî ya zîhniyeta serdest ya mêr ferzkiriye şikand û wek sporîsteke serkeftî li sahayan cihê xwe digirt. Hafso ku wek jin û sporîstekê li dijî pirsgirêkên civakê jî hestiyar bû diyar dike ku ji ber van têkoşînên xwe hatiye girtin.

'Min rolên zayedan civakî şikestin'

Hafso di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji zarokatiya xwe de heta niha l ili dijî dewleta mêr û civaka baviksalar têkoşîn daye û wih agot: "Spora futbolê wekê ku ya mêrane nîşan didin. Ji bo ku ev nîşan bidim ku ev ne tenê ya mêrane ez bi profesyonel di futbolê de xebitim. Armanca min ev ku ev vê yekê di civakê de bişikînin. Ez li Nêsibînê sporîsteke ku dihatim naskirin bûm. Ji ber hestiyariya min ya li dijî civakê hatim girtin."

Hafso diyar kir ku ew jî wek welatiyekî di hemû çalakiyên li dijî binpêkirinên mafan de cih girtiye û ji ber vê yekê hatiye girtin û got: "Derbarê min de demek kurt de biryara girtinê hat dayîn. Ez wê demê di bin temenê 18'yî de bûm. Bi îdiya min kevir avêtiye polîsan 14 sal ceza dan min û ji ber temen ev daxistin 9 sal û 4 mehan.

Hafso got wê li girtîgehê têkoşîna xwe bidomîne.

(hu)