Di doza polîsên rojnameger terb kirin de biryara bêşopandinê hat dayîn
16:18
JINHA 
STENBOL  -  Li polîsên ku dema rojnameger Beyza Kural nuçe dişopnd derb kirin, bi erdê re kişandin û destê ters kelepçe kiribûn  doz hatibû vekirin.  Lê der barê doza ku hat vekrin de dozger biryara beşopandinê da.
Nûçegîhana Bianetê  Beyza kural, di 6’ê mijdara 2015’an de ji bo ku nûçeya  şermezarkirna xwendekaran  a der barê şermezarkirina Lijneya Îndekariya Bilind  (YOK)  bişopîne çûbû Zanîngeha Stenbolê. Beyza ya ku ji bo şopandina nûçeyê li zanîngehê bû ji aliyê polîsan ve hatibû derkirin, bi erdê re hatibû kişandin, destên wê ters hatibûn kelepçekirin  û hatibû binçavkirin. Piştî  wê der barÊ polîsên bi navê Y.Ş., N.D. û K.A. de ji ber zordestiya ku li nuçegîhan Beyza kiribûn doz hatibû vekirin.
 Der barê doza ku li polîsan hat vekirn de  Dozgerê Komarê yê Stenbolê  bi hinceta “Beyza birîndar nebûye û tu tiştekî ku jiyana wê bixe xeteriyê nebûye” der barê dozê de biryara bêşooandinê da.
 
(Fk/mk)

