Ji bo Meryema parastina xwe kirî ‘muebet’ tê xwestin

15:42

JINHA

BURSA – Ji bo Meryem a ku ji aliyê bavê hevjînê xwe Çetin B ve rastî êrîşa zayendî dihat, parastina xwe ya cewherî kirî û ew kuştî “muebeta girankirî” tê xwestin.

Meryem B ya 24 salî li taxa Orhangaziya Bursayê dijî bavê hevjînê xwe Çetin B kuşt. Meryem di îfadeya xwe de diyar kir ku ew ji aliyê bavê hevjînê xwe ve rastî êrîşa zayendî dihat û ji bo wê parastina xwe kir û ew kuşt.

Di derbarê Meryemê de bi sucê “biqestî kuştiye” li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê doz hat vekirin û jê “muebeta girankirî” tê xwestin. Doza ku Meryem jê tê darezandin hat dîtin. Meryema anîn tevlî runiştina dozê kirin, cardin êrîşa zayendiya ku rast hatiye vegot.

Meryem da zanîn ku hevjînê wê Selçuk B bi şev dixebitî, ew rastî êrîşa zayendiya bavê hevjînê xwe Çetin B dihat, ji bo parastina xwe ew kuştiye.

Heyeta dadgehê biriyara berdewamiya girtina Meryemê da û doz taloqî dema pêş kir.

(zt)