Ji bo hemşîreya ku ket odeya nexweş û derket 10 sal ceza hat xwestin
14:18
JINHA
WAN –   Ji bo  Hemşîreya bi navê N.K.  ji ber ku ket odeya nexweş û derket hat binçavkirin û piştre jî hat  girtin 10 sal ceza tê xwestin. 
Ji bo Hemşîre N.K. ya ku  li Zanîngeha Yuzuncuyilê  li  Naveda Tipê a Dursun Odabaş  dixebitî  ji ber ku ket  ‘odeya  leşkerê birîndar û derket ku hat binçavkirn û piştre jî hat girtin,  ji aliyê  Dozgerê Komarê yê Wanê ve der barê hemşîre N. K de îdianame hat amedekirin û îdianameya ku hat amaedkirin ji aliyê  Dadgeha Cezayê giran a 2’yemîn ve hat qebûlkirin. 
N.K. ya ku li nexweşxaneya lê dixebitî ji ber ku ket odeya nexweş û derket  li ser gumanê  bi îdiyaya “ Endama Rêxistinê ye” û  “Propagandaya Rêxistinê kiriye”  10 sal cezayê girtîgehê  jê re tê xwetin.
Her wiha di îdianameya ku der barê N.K. de hat amadekirin  de parvekrinên der barê “ Komkujiya Roboskê” û  yen der barê “ Komkujia Pirsûsê” de jî sûç hatin dîtin.
(dc/fk/mk)

