Dîmenên dema qetilkirina Dîlek Dogan jêbirine!

14:17

JINHA

STENBOL - Rûniştina doza Dîlek Dogan a ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin hat dîtin. Derket holê ku dîmenên kamera yên dema kuştina Dîlek Dogan jê hatiye birin.

Li taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyerê ya Stnbolê polîsan ser mala Dilek Dogan de girtibûn û Dîlek Dogan di malê de qetil kiribûn. Têkildarî kuştina Dîlekê doz hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina doza Dîlekê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina berê de heyeta dadgehê xwestibû ku dîmenên kamera yên dema Dîlek hat qetilkirin li dosyayê bên zêdekirin. Di rûniştina dozê de ji bilî malbata Dîlekê û parêzerên wê destûr neda ku kes beşdarî rûniştinê bibin. Wekîlê HDP'ê Garo Paylan ji xwest beşdarî dozê bibe, lê parêzvanên taybet destûr nedan ku ew derbasî salonê bibe.

Polîsê kujer Mogoltay jî dîsa bi hinceta "ewlehiyê" neanîn rûniştina dozê. Di rûniştinê de li ser Rapora Zana heyeta dadgehê xwestibû ku dîmenên qeyda kamera yên dema Dîlek hatiye kuştin li dosyayê zêde bikin. Lê hat diyarkirin ku dîmenên kamera ji qeydê hatine jêbirin. Di rûniştinê de dozgeran xwestin dîsa lêkolîn bê kirin ku qeyd jêçûne ya na. Piştî parastinan heyeta dadgehê xwest kameraya ku qeyd kiriye ji Saziya Kriminal a Cendirmeyan re bê şandin dîmenên jê çûne paşve bê vegerandin. Heyeta dadgehê doza Dîlek taloqî 12'ê Çileya 2017'an kir.

Piştî rûniştina dozê Malbata Dîlekê û parêzerên ÇHD'ê nexwest li ber edliyê daxuyaniyê bidin Ciwanên li ber dadgehê pankarta "Yuksel Mogultay ê ku Dilek Dogan qetil kir bila bê girtin" rakirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan xwest ciwanan binçav bike. Di navera polîs û malbatê de niqaş çêbû û piştî niqaşan polîsan 4 kes bi lêdanê binçavkirin.

(zt)