Li Tirkiyeyê hiqûq: Ne tacizkar, yên rastî tacîzê tên, tên darizandin

09:02

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL- Li girtîgehan binpêkirinên mafan êdî sînor bezandine û vê bandor li ser xizmên girtiyan jî kiriye. Suheyla Înan ku slaa borî çû hevdîtina birayê xwe di dema lêgerînê de rastî taciz û heqereta gardiyanan hat. Di doza hat vekirin de ew bû gûmanbar. Suheylayê diyar kir kul i şûna ew dozê vebike, gardiyanan vekiriye û got helwesta dadgehê jî ligel gardiyanane.

Endama Meclîsa Konseya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Suheyla Înal ku sala borî çû girtîgeha Tîpa Fe ya Kandirayê ya hevdîtina birayê xwe yê 18 sale di girtîgehê de ye rastî heqeret û taciza gardiyanan hat. Piştî vê gardiyanan doz vekir. Suheylayê têkildarî mijarê de got: "Dewlet ji ber desthilatdarî di destê wan de ye çiqas mafdar bî jî dîsa doz li te tê vekirin. Em li dadgehan tên pelçiqandin."

'Pêkanînên ku xwe digihînin lêgerîna tazî'

Suheylayê bûyer wiha vegot: "Em bi malbatî b isalene diçin hevdîtina birayê min. Di qanûna 2015'an de em çûn. Nêzîkatiyeke provokatîf nîşan dan. Di lêgerînê de bi awayek tund bi ser min de hatin. Bi salan bû ez diçûm dihatim, min pirsgirekek wisa nedît. Gardiyanan bi israr gotin em lêgerîn dikin. bi ser min de hatin. Lêgerîn heta asta lêgerîn tazî çû."

Midûrê girtîgehê:Bimre jî divê lêgerîn bê kirin

Suheylayê wiha berdewam kir: "Ji ber min îtiraz kir heqeret l imin kirin. dema bûyer hat jiyîn ez ji ser hişê xwe çûm. Dayika min li wir bû. dayika min got gazî midûrê girtîgehê kirine. Midûr hatiye gotiye 'bimre jî divê lêgerîn bê kirin."

Suheylayê da zanîn ku piştî vê têkildarî wê de doz hatiye vekirin û got li şûna ku ez dozê vebikim, gardiyanan doz vekiriye.

(hu)