Baroya Amedê zilam tercîh kirin!
09:20
JINHA
AMED –  Di 45’emîn  Kongreya Asayî ya Baroya Amedê de Ahmet Ozmen ji dengên derbasdar 418 girtin û bû serokê baroyê yê nû.  Ji bo lijneneya rêvberiyê ya nû ku ji 10 kesan pêk tê jî  ji jinan tenê Nûşîn Uysal hat hilibijartin.
Baroya  Amedê 45’emîn  Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn  pêk hat. Kongre diyarî serokê baroyê yê berê Tahîhîr Elçî yê ku li Sûrê hat qetilkirin û diyarî Endamê Lijneya Rêveberiye ya Baroyê hat kirin.   Di encama  hilbijartina ku ji  aliyê delegeyên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ve hat kirn de Ahmet Ozmen bû serokê Baorya Amedê. Her wiha li gel ku endamên baroyê ji sedî 30 jin bûn  ji bo lijneya giştî ya ku ji 10 kesan pêk dihat jî jinan Nûşîn Uysal hat hilbijartin.
(sg-ma/dk/fk/mk)

