Li Wanê komploya cotmehê hat protestokirin

15:28

JINHA

WAN – Li Wanê komploya 9’ê Cotmehê bi daxuyanî û çalakiya runiştinê hat protestokirin.

Rêxistina HDP û DBP'ê jî bi daxuyaniyekê 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar kir. Endam û rêveberên DBP û HDP'ê li Parka Feqiyê Teyran kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlemterên HDP Nadîr Yildirim û Bedîa Ozgokçe Ertan, rêveberên HDP û DBP, rêveberên KJA'ê nûnerên saziyên civakî, Meclîsa Dayîkên Aşîtî û gelek welatî amade bûn. Komê pankarta "Em Komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin' vekir. Cîgirê Hevserokê DBP Wanê Ahmet Aygûn daxuyaniyê xwend û diyar kir ku Tirkiye 18 sal berê bi Komloya Navneteweyî Birêz Ocelan di 9'ê Cotmeha 1998 an de ji Sûriyê derxist û di 15'ê Sibatê 1999 an de radestî Tirkiye kirin û wiha got: "Birêz Ocalan ev rewşt dît û hemû gelê Rojhilata Navîn ji nava kaosê derxist. Bi sekna xwe komplo pûç kir."

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim jî diyar kir ku hêzên navnetewî komplo bi derxistina Birêz Ocelan a ji Suriyê dan destpê kirin û wiha got: "Lê Birêz Ocalan bi sekna xwe komplo pûç kir. Hêzên navneteweyî disa di nava hewldanek nû dene. Lê Birêz Ocalan li hemberê vê bi vînek mezin têdikoşe."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

(db/zt)