Zubeyde Zumrut tahliye bû

16:08

JINHA

AMED – Endama Kordinasyona KJA yê ya Amedê Zubeyde Zumrut tahliye bû.

Duyemîn runiştina doza endama Konrinasyona KJA yê ya Amedê û hebseroka DBP’a Amedê ya berê Zubeyde Zumrut a ku bi hinceta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hevseroka Gitiya DBP’ê Sebahat Tuncel, parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Dilek Ocalan li gel rêveberên KJA, DBP û HDP’ê jî di navê de gelek welatî beşdarî runiştina doza Zubeyde a ku ji 6’ê gulanê ve girtîbûye bun. Di runiştina dozê ya sê parêzer beşdarbûn de Zubeyde bi navbeyînkariya wergervanan parastina xwe bi kurdî kir.

Piştî parastinê û navberek kin heyeta dadgehê Zubeyde tahliyekir û doz taloqî 27’ê kanunê kir.

(zt)