Li hevseroka DBP’ê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek ceza hat birîn

13:16

JINHA

AMED – Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê, li hevseroka DBP’ê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek ceza birî. Ji bo cezayê ku li Hafîze hat birîn, axftina wê ya der barê dorpêça li Sûrê û ya der barê salvegera komkujiya 3 jinên siyastemedar ên ku li Parîsê hatin qetilikirn wekî ku “propagandaya rêxistinê kirye û sûc û sûcdar parastiye” hincet hatin nîşandan. Dadgehê bi van hincetên ku nîşan dan ji ber di 2 dozên cuda ku der barê Hafîze de hatin vekirn 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 6 hezar TL jî cezayê pere birî.

Hevseroka Patiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar ya Amedê Hafîze Îpek ji ber axaftina xwe ya der barê dorpêça sûrê û ya der barê salvegera 3 jinên siyatemedar yên kurd ku di 10 Çileya 2015’an li Parîsê hatin qetilkirn; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de ku kir ji aliyê Dadgeha 4êmîn a Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kirye û sûc û sûcdar parastiye” 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 6 hezar jî cezeyê pereyan lê hat birîn.

Dozger xwest ku Hafîze ji endamtiya rêxistinê bê parastin

Parêzerê Hafîze Kezban Yilmaz cezayê ku li muwekîla wê birî qebûl nekir û got ku muwekîla wê dema ku ew axaftin kirne hevseroka DBP’ê ya bajarê Amedê bûye, axftina ku kiriye divê di çarçoveya azadiya ramanê de bê dîtn. xwest ku Hafîze bê berdan. Lê tevî parastina avûkat jî heyeta dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye ceza li Hafîze birî.

(sg/dk/mk)