Ji kujerê Felekê re biryarê muebedê hat birîn

21:08

JINHA

AMÛDÊ–Rûniştina doza kujerê Felek Îsmaîl, Alan Salih destpêkir. Bi dengdana 67 kesan Alan cezayê muebedê grit.

Felek Îsmaîl di 30'ê tîrmehê de ji hêla hevjînê xwe Alan Salih di şeva zewacê de di serî de rastê îşkenceyê hat, paşê jî hate qetilkirin. Piştî ku ji hêla Asayişa Gel ve kujer Alan Salih hate girtin, jinên bajarê Amûdê bi daxwaza ku ew li pêşiya gel were darizandin çalekî pêk anîbûn. Îro yekemîn rûniştina doza kujerê Felek Îsmaîl Alan Salîh li salona Meclîsa Zagonsaz a bajarê Amûdê bi tevlîbûna jinan û welatiyên bajêr pêk hat.

Di serî de Dozgeriyê îdeaya xwe xwend û paşê daxwaza cezayê muebedê ji bo kujer Alan Salih hate xwestin. Paşê mafê parastinê ji Alan Mihemed re hate dayîn û ji hêla beşdarên dadgehê û dozger ve ji wî pirs hatin pirsîn. Piştre bi dengdayîna 67 kesan re biryarê cezayê muebedê hat erê kirin.

(rh/en/rc)