Doza Dilek Ozister cardin paşde xistin

17:11

JINHA

WAN – 3’emîn runiştina doza ku Nihat Ozister ê hevjîna xwe Dilek Ozister qetilkirî têde tê darezandin hat dîtin. Cardin runiştina dozê hat paşde xistin.

Mêrê bi navê Niha Ozister di 29’ê kanuna sala 2014’an de hevjîna xwe Dilek Ozister qetilkir. 3’emîn runiştina dozê hat dîtin. Di doza ku li 2’emîn Dagdeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin de bi hinceta hişê Nihat ne temame tevlî runiştina dozê nebu. Heyeta dadgehê ji ber dê li benda rapora Saziya Tiba Edlîbin doz heya 26’ê kanunê paşve xistin.

Endamên VAKAD ê diyarkirin ku dê dozê bişopînin û ji bo Nihat cez bigire banga baldariyê li raya giştî kirin.

(ng/zt)