Dozger dayîna nûçeyê jî sûc hesiband
16:38
JINHA 
İSTANBUL –Dozgerê ku nûçeyên di 5’ê hezîranê de  di rojnameya Ozgur Gundemê de hatin weşandin sûc hesibandin, der barê endama lijneya weşanê  ya rojnameye  Necmiye Alpay û û Mudurê Karên Ninvîsan ê rojnameya Ozgur Gundemê  Înan Kizilkaya de jî doz vekir.
 Derbarê Endama Lijneya Weşanê ya Ozgur Gundemê  Necmiye Alpay û Mudurê Karên Nivîsan  Înan Kizlikaya yê rojnameyê  ji ber nûçeyên ku di rojnameyê de hatin weşandin doz hat vekirn. Dozgerê ku nûçeyên di rojnameyê de hatin weşandin sûc dîtn, Derbarê Necmiye û  Înan de îdianame amadekir û di îdianameya ku amade kir de wiha got: “ Di rojnameyê de propagandaya rêxistinê hatiye kirn û weşanên rêxistinê hatine weşandin.”
(gc/mk)
