Li nûçegîhana me Filîz Zeyrek 15 meh cezayê girtîgehê hat birîn
16:57
JINHA
EDENE –  Li nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek, ji ber ku tevli çalakiya meşê ya li dijî hişbir bibû 15 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Li Edeneyê  di sala 2013’an de nûçegîhana me Flîz Zeyrek  ji ber ku tevli çalakiya meşê ya bi şiyara “Ji hişbir, ajankirn û ji asîmîlasyonê re na” bibû  derbarê wê de bi îdiaya ku “endama rêxistinê kiriye” û “propagandaya rêxistinê kirye doz hatibû vekirn. Doza biryarê ya nûçegîhana me Fîlîz li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin.  Li dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye 10 meh  û  bi îdiaya ku  “muxaliftî  ji qanûna civîn û pêşandana re kirye” jî 5 meh ceza birî.
(fz/gc/mk)

