Li Ebexê hevseroka navçeyê ya HDP'ê tehliye bû
15:24
							Sibat
							18
							/ 2016
						
						
						
						
						
						
					JINHA
WAN - Hevseroka Navçeyê ya HDP'a Ebexê Derya Gonul ji doza ku girtî dihat darizandin tehliye bû. 
Hevserokên navçeyê yên HDP'a Ebexê Derya Gonul û Refîk Aladag ên ku di 29'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn girtin, îro di çarçoveya dozê de li Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê derket pêşberî dozgeriyê. Piştî parastinan, heyeta dadgehê biryar da ku Derya Gonul were tehliyekirin û rewşa girtî ya Refîk Aladag berdewam bike. 
Dadgehê doz taloqî 10'ê Adarê kir. 
(rc)
