Hiqûqnas li dijî sûcdarên şerê li Kurdistanê dikevin nava hewldanan
09:51
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), li dijî sucdarên şerê li Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê. Hiqûqnasên Mezopotamyayê ji bo hesap ji qetilkirina sivîlan, êrîşên li dijî goristanên û îşkenceya li cenazeyan bipirsin dest bi hewldanên hiqûqê kirin. Endama MHD'ê Prz. Semra Balyan, diyar kir ku ew dê li dijî vî sûcê şer ê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî serlêdanên sûc bikin
Îxtîdara AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan piştî di hilbijartina 7'ê Hezîranê de encam bi dest nexistin û bi tena serê xwe nebûn hikûmet, dest bi şerê taybet kirin. Li Kurdistanê dest şerê qirêj kirin. Hêzên dewletê li navçeyên Sîlopî, Gimgim, Cizîr, Farqîn, Bismil, Nisêbîn, Sûr, Gever û gelek herêmên Kurdistanê terora dewletê meşandin. Welatî qetil kirin, tax hilweşandin, daristan şewitandin, goristan bombe kirin, îşkence li cenazeyan kirin. Talan kirin û wêran kirin. Li hemberî vî sûcê şer ê ku bi destê hêzên dewletê û îxtîdara AKP'ê pêş dikeve Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) dest bi karê hiqûqê kirin. Endama MHD'ê Prz. Semra Balyan, diyar kir ku ew dê li dijî vî sûcê şer ê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî serlêdanên sûc bikin. Prz. Semra Balyan, anî ziman ku biryarên walî yên "Îlankirina qedexeya kolanan" bi tu awayî ne li gorî hiqûqê ye û ev biryar li dijî zagon û mafên mirovan e. Prz. Semra, da zanîn ku li gorî zagonê bi tu awayî hikum û erkê nade Walî ku azadiya mirovan asteng û qedexe bike û wiha got: "Lê li gel vê zagonê walî azadiya mirovan îhlal dike û zagonê binpê dike. Li Cizîrê 9 rojan kolan li welatiyan hat qedexekirin. Nêzî 100 hezar mirov li vir dijî. Li vê navçeya ku ew qas mirov dijîn topên hawanê avêtin nava bajar. Mal hatin gulereşandin û nexweş nebirin nexweşxaneyan. 21 mirov hatin qetilkirin. Ev di tu zagon û hiqûqa Serdest a Tirk de tune ye. Ev pêkanîn hemû bi keyfa hikûmetê pêk hatiye. Disa li Nisêbîn, Farqîn, Cizîr û Gimgimê bi heman rengî polîtîka hat meşandin.
'Di hiqûqê de cihê vê yekê tune'
Prz. Semra, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Selami Altınok a "Hêzên me yên ewlehiyê li Nisêbîn û Farqînê karên baş derxistin" û wiha berdewam kir: "Ev mînaka bê berpirsiyariyek mezin e. Dîsa li herêmên çoltarê herêmên ewlehiyê tên îlankirin. Ev li dijî hiqûqê ye. Em wekî hiqûqnas di serî de li dijî pêkanînên li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Bismil û hemû herêmên ku mafên mirovan hatiye binpêkirin û azadiya mirovan hatiye astengkirin dê karê hiqûqî bidin meşandin. Ev pêkanîn ne di hiqûqa Tirkiyeyê de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de cihê wê tune ye."
Semra wiha domkir: "Li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Farqîn, Sûr û gelek herêmên din mafên mirovan hat binpêkirin. Huqûq û zagon hatin binpêkirin. Li dijî welatiyan komkujî pêk hat. Zaroka 35 rojî hat kuştin. Kevok, morî û hemû zindiyên li ser ruyê erdê hatin kuştin. Mirov li ber çavan hatin kuştin. Hat xwestin her tiştî tune bikin. Ji ber perçeyên teqemeniyê gelek zarok birîndar bûn. Destê wan milê wan hatin jêkirin. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqê tune ye. Ya li hemberî Ekîn Van pêk hat li dijî mirovahiyê ye. Di şexsê jinek kurd de li hemû gelê kurd ev bê hurmetî hatiye kirin. Disa kuştina Haci Lokman Birlik û kaşkirina wî li pey panzêrê bi tu ayawî nayê qebûl kirin û di hiqûqê de cihê wê tune ye."
'Em dê der barê van hemûyan de pêvajo û karê hiqûqê bidin destpêkirin'
Semra di dawiyê de wiha got: "Em dê heta dawî şopdarê vê pêvajoyê û van binpêkirinan bin. Em dê li gorî erk û misyona xwe tev bigerin û em mafê gel biparêzin. Em dê li dijî vî sûcê şer ê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî dest bi serlêdanên sûc bikin. "
(mae/rc)