Hîna nasnama du jinên li Amedê hatin qetilkirin û qatîlên wan nediyare
10:58
JINHA
AMED - Hîna nasnama du jinên li Sur û Çermukê di nava mehekê de hatin qetilkirin diyar nebûne. Yên jin qetilkirine jî wiha bê ceza sekinîne.
Di 11'ê tebaxê de li navçeya Çermoka Amedê cenazê jinek a hatî serjêkirin, şewitandin û paşê avêtî hindirê şikeftekê de hat dîtin. Cencazê jina ku nasnama wê nehatî diyarkirin 16 rojan di Nexweşxana Dewletê ya Çermokê de ma. Di 27'ê tebaxê de cenazê jina bê nasname ji aliyê rêxistinên jinên Amedê ve li Gorisana Yenikoyê hat definkirin. Jinan cenaze li ser milê xwe birin goristanê li wê banga demek ji ya dinê zutir qatîl derkeve holê hat kirin.
Li gundê Alibardak ê Sura Amedê jî di 31'ê tîrmehê de cenazê jinek ji serê xwe gule girtî û hatî qetilkirin hat dîtin. Cenazê jina temenê wê dinavbera 30-35'an de rakirin morga Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Selahattin Eyyubi. Piştî ku nasnama wê nehat diyar kirin kesê xwe lê nekir xweyî, dema di morgê de mayînê 15 roj qediya ji aliyê rêxistinên jinan ve di 17'ê tebaxê de li Gotistana Yenikoyê hat definkirin.
'Ji bo ku nasname bê diyarkirin kar nayê kirin'
Rêxistinên jinan di derbarê 15 rojan di morgê de mayîna cenazê jinan û kes lê xwedî derneketinê de diyar kirin ku ji bo nasnama wan bê zanîn dozgerî jî karê xwe nake. Ji bo nasnama wan bê zanîn ti kar nayê kirin. Du jinên li Goristana Yenikoyê hatin veşartin hîna kîne nayên zanîn.
(zt)