Gelo li Yurda tê xwestin bê valakirin dê polîsên hêza taybet bên bicihkirin?

12:46

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber ku xwendekarên zanîngehê pirsgirêka yurdê dijiyan, yurda kapasîteya wê 390 kes e ji bo xwendekarên keç xist meriyetê. Lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji aliyê xwendekara ku nexwest navê wê bê aşkerekirin ve hat diyararkirin ku dê yurd bê valakirin. Xendekara ku ne xwest navê xwe aşkera bike di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: " "Piştî ku em ji yurdê bên derxistin dê polîsên hêza taybet li yurdê bên bicihkirin. Lê em di serdema ezamûnan de ne û ger ku em ji yurdê bên derxistin em ê pirsgirêkan bijîn."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku pirsgirêkên xwndekarên keç yên di warê yurdê ku dijîn çareser bike yurda keçan ya bi kapasîteya 390 xwendekarî ji bo ku xwendekar pirsgirêkan nejîn li navenda bajarê Amedê xist meriyetê. Taybetmendiyeke yurdê ya din jî ew bû ku ji bo xwndekarên astengdar odeyên wê yên taybet hebûn û bi taybetî xwendekarên ku pisgirêkê aborî dijiyan li yurdê hatibûn bichkirin. Lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin tê xwestin ku xwndekar ji yurdê bên derxistin. Xewndekareke ku nexwest navê wê bê aşkerakirin jî diyar kir ku tê xwestin xwendekar ji yurdê bên derxistin û polîsên hêza taybet li yurdê bên bicihkirin.

'Em ji yurda xwe menûn in'

Xendekara ku nexwest navê wê bê aşkerakirin diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin sekretera wî ya giştî li yurdê bi xwendekaran re civîn li darxistiye û wiha berdewam kir: " Sedema civînê ji me re wiha ragihandin ' me bihîst ku li yurdê pirsgirêka ava germ heye. Ji bo ku em pirsgirêkên tên jiyîn yên din jî hîn bibin me ev civîn li dar xist.' Lê ava me ya germ hebû. Ava germ ji bo civînê kirin bahane. Pişî wê jî ji me re gotin ' ger ku hûn ne mem nûn in em dikarin we bigirin yurda KYK'ê.' Lê me got ku em ji cihê xwe memnûn in."

'Talîmata dê yurd bê valakirin hat dayîn'

Xendekara navê xwe aşkera nekir diyar kir ku ji wan re daxwaznameya ku divê di nava 2-3 rojan de yurdê vala bikin hatiye û wiha dirêjî da axaftian xwe : " Tê xwestin ku me li yurda dûrî navenda bajêr ya KYK'ê bi cih bikin. Li ser vê daxwazê me ji rayedaran pirs hûnê vê yûrdê ji bo çi bi kar bînin kir wan jî bersiva me da û gotin ' dê kesên li nexweşxan li nexweşên xwe dinêrin li vê derê bên bicihkrin.' Lê bi qasî ku em dizanin dê polîsên hêza taybet yên ku li pişt Diyar Galeryayê li otelê dimênin bên bicikirin."

'Dê deerxistina ji yurdê bandora neyînî li me bike'

Xendekara ku got dê yurda nû bandora neyînî li ser wan bikie wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêya yurda KYK'ê ku em ê lê bên bicihkrin êvarê gelek bêdeng e û kesek wê riyê bi kara nayne. Ji ber wê jî jiyana me dikeve xeteriye. Li ser vê riyê berê jî gelek bûyerên nebaş hatin serê xwendekarên keç. Li ser vê riyê hatin tacîzkirin û hatin revandin. Tişta herî girîng jî em di hefteya ezmûnan de ne û derketina ji yurê dê banora neyînî li ser ezmûnên me bike."