Ji ber ku dewletê Ayşegul neparast hat revandin

11:42

ÎZMÎR - Ayşegul S ya ku ji aliyê çeteyên kesipkarên hişbir ve hat hat revandin, ji bo ku wê bi parêzin serî li polîsan dabû lê tu encam bi dest nexistibû.

Ayşegul S. ya 16 salî ji aliyê kesipkarên hişbir ve hat revandin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Ayşegul ya ku berê jî ji aliyê kesipkarên hişbir ve hatibû revandin, hem ji semta kul ê dijiya bar kiribû û hem jî dest ji dibistanê berdaye. Piştî ku Ayşegul dîsa ji aliyê heman kesan ve hat revandin lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsîna ku hat kirin de derket holê ku ayşegul her roj bi peyaman hatiye tehdîtkriin û ji ber vê jî Ayşegulê qereqola polîsan a Yeşîlyurtê jî di nav de serî lig elek saziyan daye lê tu encameke hiqûqî bi dest nexistiye.