ROJEVA 04'Ê KANÛNA 2016'AN

09:00

*Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya Şehîd Çiya li Taxa Miftî bi tevlîbûna 300 şagirt ku ji pêkhateyên kurd û ereb pêk tên 2'mîn dewereya perwerdehiyê da destpêkirin.

*Piştî komkujiya li yurda Aladagê, rîskên yurdên tarîkat û cemaatê yên bi salan Egîtîm Senê dianî ziman raxist ber çavan. Sekretera Jina a Egîtîm Senê Ebru Yîgît diyar kir ku komkujî li ber çavan hatiye jiyîn û dewletê beriya 15’ê Tîrmehê bi Gulen re û îro jî bi Suleyman re hevkarî kiriye. Ebruyê da zanîn ku yurdên tarîkatê ji bacê bêpar û bê kontrolin û kujerê zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dewlete.

*Kongreya Star bi armanca pêşxistina aboriya komînal, Komeleya Jin li Kobanê ava kir. Gava yekemîn jî ya Komeleyê li gundê El-Şiyûx hate avêtin.

*Endama KCD’ê Sîbel Yazici diyar kir ku li Bismilê ji bo jin tevlî hilberînê bibin gelek projeyan wê bikin jiyanê û wiha got: “Emê li Bismilê rêxistibûna jinê mezin bikin. Emê jiyana azad bikin jiyana hemû jinan.”-

*F. ya k udi 11 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî hat ji ber mêrê sûcdar kuşt, di girtîgehê de ma. F. ya ku dîsa hewl da jiyana xwe bidomîne, bi hinceta ku cezayê xwe temam nekiriye dîsa wê bi 2 zarokên xwe re bikeve girtîgehê. F. daxwaza edeletê kir.

* Jinên li gundê Şerwêran a Agiriyê dijîn ev 20 sale avê dikişînin malên xwe. Jinan diyar kir ku bi dehan carî ji bo avê serî li Walitiya Agiriyê dane û wiha berdewam kirin: “Em êdî dixwazin avê bikişînin malê me. Divê demildest mexduriyeta me bê dîtin.”

*Di karaseta li Şîrwanê de cenazeyê 4 karkerên jiyana xwe ji dest dane hîna di bin axê de ye û hevalên wan şert û mercên xebatê vegotin. Karkeran diyar kir k udi dema kontrolan de şert û mercên wan dihatin başkirin û piştre dîsa heman rewş dihat jiyîn û gotin: “ Rojê 4-5 ton dînamît diteqya. Ma wê çawa nederiziya.”

*Dîlan Kortak ya ku li Stenbolê bi guleya polîsan hat qetilkirin, ser mirina wê de salek derbas bû. bavê Dîlanê got: “Wê gelek ji gelê xwe hez kir. Xeyala wê ya herî mezin hesreta ji bo çiya bûn.”

*Nurcan Akkapili ya ku di temenê biçûk de hat zewicandin li dijî şîdeta ku dît serî hilda û jiyana xwe ava kir. Nurcanê li ber deriyê xwe manav vekir û diyar kir ku ew bi têkoşînek mezin di civakê de bû xwedî gotin.