Li Dersim û Edenê serdegirtin

14:44

EDENE/DERSIM- Li Edene û Dersimê di serdegirtinê malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Edene di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Edeneyê

Li navçeya Mazgêrdê ya Dersimê welatiya bi navê Ozlem Îlbeylî serê sibehê li mala xwe hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Ozlem nehat hînbûn û birin Qereqola Cendirmeyan a Dersimê.