ROJEVA 03'Ê KANÛNA 2016'AN

09:00

* Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş diyar kir ku li Bêgiriyê bi armanca ku îstîhdama jinê zêde bikin û keda jinê bidin xuyakirin di demek kurt de ‘Mala Xwarinê ya Jinan’ û ‘Bazara Vekirî ya Keda Jinê’ vedikin. Safureyê anî ziman ku wê xebatan bidomînin.

*Fatma Gulçîçek ku di meha îlonê de bi KHK’ê ji peywirê hat durxistin û di jiyana xwe ya mamostetiyê de bi qasî ku ji bo xwendekarên xwe serkeftin bidest xist, di xebatên jinan de jî serkeftinên mezin nîşan da. Hevala wê Rojda Zaman diyar kir ku ji Fatmayê cesaretek mezin girtiye û Fatma niha bê sedem li girtîgehê tê girtin.

*Jinên Suryanî yên bi fikra pîrozkirina 8’ê Adarê derketin rê, bi sedan jin tevlî çalakiya wan bûn û têkoşîna wan veguherî Komeleya Jinan a Suryanî. Jinên Suyanî li ser axa Turabdîn her diçin mezin dibin.

*Çîroka jiyana rast ya jinê ku ji aliyê jinê ve hatiye nivîsin û lîstin ya bi navê ‘Jinek hişyar dibe’ divê teqez bê temaşekirin.