Hevşaredarên Qoserê hatin girtin

17:17

MÊRDÎN- Li gel Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî 5 kesên din hatin girtin.

Li Mêrdînê operasyonên qirkirina sîyasî bê navber berdewam dikin. Pîştî ku hikumeta AKP'ê qeyûm tayînî şaredariya mezin a Mêrdînê kir. Hevşaradera Qoserê Leyla Salman û Îsmail Asî hatibûn binçavkirin ligel Leyla endamên MEYA -DER' ê jî hati bûn binçavkirin.

Îro li gel Leyla yê 4 endamên MEYA-DER'ê sewqî dadgeha Qoserê kirin dadgehê bi minesebeta 'Endamên rexistinê ne' biryara girtina wan xwest.

Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmail Asî û rêveberên MEYA-DER'a Qoserê Mehmet Gokdemîr, Halîl Tolguç û midûrê çandê yê şaredariyê Salîh Kuday hatin girtin.