Li Çinarê îxrackirina jinan hat şermezarkirin

17:02

AMED - Endamên Meclisa Şaredariya Çinarê, xwestin ku Xebatkara Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şerdariya Çinarê Halîde Turkolu û 24 hevalên wan yên xebatê demildest bên ser karên xwe.

Meclisa Jinan a Şaredariya Çinarê êrîşên li ser jinan şermezar kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ber Navena Jinan a Jinwar hat dayîn de Civaknas Umran Nar axivî û wiha got: " AKP'ê li dijî hemû kesên muxalîf dest bi lînçê kiriye û di xwaze ku wan biçewisîne. " Umran di berdewamiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku bi taybetî li dijî pergala hevserokatiyê, li dijî jinan êrîş zêde bûne û bi taybetî jî yên li dijî pergala hevserokatiyê zêde bûne."

Umran diyar kir ku Halîdet Turkoglu ya ku li Muduryeta Polîtîkayên Jinan dixebitî û 24 hevlaên wan hatine îxraçkirin û demildest banga vegerandina wan ya li ser kar kir.