Qeyûm li Mêrdînê Bankaya Xurekê girt

15:37

MÊRDÎN- Li Mêrdînê Bankaya Xurekê ya ji bo 3 hezar malbatan dibû alîkar ji aliyê qeyûmê ve hat girtin.

Li Mêrdînê Pîştî ku ji aliyê AKP'ê ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, Bankaya Xurekê ya ku ji bo malbatên di berxedana xwrêveberiyan de ji malên xwe hatin derxistin di bû alîkar ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Her wiha malbatên ku derfetên wan ên aborî kêm bûn her serê mehê ji bankayê alîkariya xurekê digirtin.