'Em ê li hemû qadên xwe li dijî polîtîkayên AKP'ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin'

14:44

STENBOL- Jinên HDP û HDK'î ji bo rawestandina OHAL'ê û parastina demokrasiyê kampanyaya "Em jin li dijî OHAL'ê 'di her halê de' li ber xwe didin" dan destpêkirin.

Meclîsên Jinê yên HDP û HDK'ê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê starta kampanyaya "Em jin li dijî OHAL'ê 'di her halê de' li ber xwe didin" dan. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca, Hevberdeka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel jî di nav de gelek jin beşdarî civînê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê Erdogan û AK Partî ji bo îxtidara xwe pêvajoya darbeyê dan destpêkirin. Ayselê destnîşan kir ku tê xwesitn pêşiya siyaseta demokratîk bê girtin û wiha berdewam kir: "Îxtidar ji bo êrîşî muxalîfan bike OHAL'ê dike hincet. Em wekî meclîsên jinan ji bo rawestandina OHAL'ê bi hezên demokrasiyê ve ev kampanya daye destpêkirin."

'Em ê li dijî OHAL'ê li ber xwe bidin'

Piştre Parlamenter Besîme axivî û şewata waregeha li Aladagê bi bîr xist û wiha axivî: "Em vê icînayetê şermezar dikin. 80 milyon li dijî vî cînayetê divê li ser piyan be. Hewldana rewakirina vî rewşê ji OHAL'ê girantir e. Ev êrîşa li dijî pêşeroja me ye." Besîmeyê got ku wekî jin pêvajoyekî ku bi hevre rêxistin bikin û çalakiyan li dar bixin dijîn wiha got: "Em ê li dijî her awayê OHAL'ê li ber xwe bidin. Em jin tu caran pêvajoya OHAL'ê qebûl nakin."

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî got ku divê xeta berxwedanê li qadan yek bi yek bi jinan re bêhunandin û wiha axivî: "Em ê qadên xwe yên jiyanê radestî polîtîkayên AKP'ê nekin. Em ê li hemû qadên xwe yên jiyanê li dijî polîtîkayên AKP'ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin."