Qeyûm li Wanê 163 karker ji kar derxistin

12:44

WAN - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, Waliyê Wanê Ibrahîm Taşyapan, ji 163 personelên bi peyman re nivîs şand û got, ew ji kar hatine derxistin.

Di nivîsa ku ji bo xebatkaran hat şandin de wiha hat gotin: " Peymana we ya ku wê 31. 12. 2016'an biqede ji hêla rêveberiya me ve li gorî pirbûna kar wê dîsa were nirxandin û li gorî pêdiviyan wê biryar were dayin."

Bi vî awayî qeyûmên li Şaredariya Wanê û navçeyên wê di nav hefteyekê de 364 kes ji kar derxistin.