Dê parêzerên jin têkoşîna bi şîdetê re vebêjin

12:33

WAN – Dê sibe li Wanê bi pêşengiya Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê bi mijara “ Li gorî qan»nên tirkiyeyê jin – têkoşîna bi şîdetê re û parastina ji şîdetê” semîner bê dayîn.

Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê bi semînereke ku dê li dar bixe bi jinan re dê bicive û derbarê têkoşîna bi şdetê re û parastina jê de jinan agahdar bike. Semînera ku dê li Otela Elîte World saet di 09:30’an de bê lidarxisitn, parêzer Hulya Gulbahar û Medîne Çîlîngîr tevli dibin.

Her wiha dê axtîvîstên jin ên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a ku hat girtin jî piştgiriyê bidin semînerê.