Dê Leyla Salman derxînin edliyê

11:36

MÊRDÎN - Piştî ku lêpirsîna Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û ya Îsmaîl Asî li Emnyetê qediya tê payîn ku îro wan derxînin edliyeyê.

Mudurê Karên Nivîsê yê Şaredariya Qoserê Mehmet Nurî Alparslan ku di 24'ê mijdarê de hat binçavkirin, piştî binçvkirina wî ya 7 rojan ku karê wî yê li emniyetê qediya ew derxistin Dadgeha Cezayê Giran a Qoserê û hat berdan. Mudurê Karê Fenê Halît Karaboga, Mudurê Karên Civakî Salîh KUDAY û Mudurê Karên Paqijiyê Abdurrahman Arslan yên şaredariyê ku bi Mehmet Nûrî Alparslan re hatin girtin binçvkirin û Hevşaredarên Quserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî jî piştî ku karê wan yê li emniyetê qediya li bendê ye ku derxînin edliyê.