Ji Sara Aktaş re cezayê hepsa mal hat dayîn

10:06

STENBOL- Siyasetmedara kurd Sara Aktaş a ku 4 roj berê çapemeniya hewzê û Koma Medyayî ya Doganê der barê wê de nûçeyên wek "Berpirisiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê Hat Girtin" serwîs kiribûn, ji aliyê dadgehê ve bi şertê venêrîna edlî rastî cezayê hepsa malê hat.

Siyasetmedara kurd û endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi KHK'ê hat girtin, Sara Aktaş 4 roj berê dema ji Îdirê diçû Stenbolê li Balafirgeha Ataturkê hatibû binçavkirin. Sara ya ku bi îdiaya "Endama rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin, serbest hat berdan. Sara a ku danê sibehê ew anîn Edliyeya Çaglayanê, ji dozgeriyê bi îdiaya "Avakirina rêxistina terorî û bi rê vebirina wê" bi daxwaza girtinê, sewqî dadweriya lêpirsînê ya nobedar hatkirin. Dadweriya lêpirsînê, bi şertê venêrîna edlî cezayê hepsa malê da Sarayê.

Dadgehê ji Sara re, biryara qedexeya derketina derveyî welat da.