Jinên li Zanîngeha Enqereyê bersiv dan Erdogan Aktaş

09:17

ENQERE- Midûrê Giştî yê CNN Turkê Erdogan Aktaş bi gotina ‘min wêneyê we hemûyan kişand, ez tespît bikim’ jinên AU ÎLEF’ê tehdîd kir. Jinên AU ÎLEF’ê wiha gotin: “Emê kevneşopiya çapemeniya azad ya ku çapemeniya wekheviya zayendî ava dike, mezin bikin.”

Midûrê Giştî yê CNN Turkê Erdogan Aktaş rojek berê tevlî gotobêje ‘Çapemenî û 15’ê Tîrmehê’ ya Zanîngeha Enqereyê a Fakulteya Ragîhandinê (ÎLEF) bû. Di dema gotbêjî de xwendekaran diyar kirin ku CNN Turkê di dema qedexeya li Kurdistanê de nûçeyên qetikirina zarokan, berxwedana Gezî û komkujiya 10’ê cotmehê çênekirine û kesên dixwestin tevlî weşanê bibin dihatin astengkirin û bertek nîşanê van pêkanîn da. Li ser vê yekê Erdogan bi gotina ‘Min wêneyê we hemûyan kişand, ezê we tespît bikim’ tehdîd kir.

Jinên hatin tehdîdkirin jî li ser JINHA’yê bersiv dan Erdogan û diyar kirin kul i dijî vê pratîka çapemeniya zayendperest wê têkoşîna çapemeniya alternatîf mezin bikin.

Xwendekar Ezgî Akevran diyar kir CNN Turkê binê şîara ‘bêalî, bi bawerî’ vala kiriye û wiha got: “Malbata zarokek di karaseta Edenê de jiyana xwe ji dest da, qêrîna wan ya di weşana zindî de gotin ‘dengê we nayê’ û bêdengkirin. Namzetê Parlamenterê AKP’ê yê berê Vahdesttîn Înce di weşana zindî de got zarokên keç yên 13 salî dikarin bi mehra mele bizewicin. Bi vê propangaya îstîsmara zarokan kir.”

Ezgiyê da zanîn ku wan pirs pirskirine lê Erdogan bi tehdîdê bersivandiye û destnîşan kir ku wê tehdîdên wan lingê wan yê çapemeniya azad asteng neke.

Nîsa Avci jî di axaftina xwe de diyar kir ku wê ligel çapemeniya rast û alternatîf cihê xwe bigirin û kevneşopiya çapemaniya azad mezin bikin.