‘Em têkoşîna jinên Kurd li her derê vedibêjin’

09:12

AMED- Oyenna Echeevarrîata ku di organîzasyona DKY’ê de cih digire bi lêv kirku ji bo jinan têdikoşin û parçeyek vê têkoşînê jî jinên Kurd didin. Oyenna anî ziman kul i her derê têkoşîna jinên Kurd vedibêjin û bi jinan re xwe xurt dikin.

Jinên, Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ji sala 2000’î de heta niha di her 5 salî carî de pêk tê, welat bi welat digerin û daxwazên xwe tînin ziman. 4’emîn çalakiya Navneteweyî ya lingê çalakiya femînîst a global, di 2015’an de bi pêşengiya KJA’yê li Nisêbînê destpê kiribû û li Amedê berdewam kiribû. endama KJA’yê Sevê Demîr ku li Sîlopiyê hat qetilkirin jî di organîzasyona Kurdistanê ya DKY’ê de cih girtibû. Oyenna Echevarrîata ku di organîzasyona DKY’ê de cih digire tevlî Hevdîtina Jinan a TJA’yê bû û diyar kir ku li Kurdistanê piştgiriyê didin têkoşîna jinê û wê herm bişopînin.

‘Em ê şerê xwe qezenc bikin’

Oyennayê têkildarî têkoşîna dimeşînin de agahî dan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em wek parçeyek tevgera femînîst divê behsa polîtîkayên xwe yên partiyê bikin. Em ji hemû welatên cîhanê torên têkiliyê yên bi emperyalîzm û pergala serdest ya mêr re têdikoşin re ava dikin. Ji ber ku em hemû heman şerî dikin. Em li virin û emê her tim li vir bin. Em dixwazin têkoşîna jinên Kurd bibin welatên Rojava. Em dixwazin geşedanên din yên li deverên din vebêjin.

Oyennayê bi lêv kir ku ew tevgerek femînîstin, tevgera welatên baskê ne ûparçeyek DKY’ê ne. Oyenna wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin bi awayekî hevpar têkoşînê bidin.”