Jinên Mûsilê li benda alîkariyê ne

09:02

HESEKÊ- Jinên Mûsilê yên ku ji ber şerê li bajêr neçar man ji warê xwe koçbikin û derbasî Rojava bibin diyar kirin ku ji ber ew aramiya jiyana xwe li Rojava dîtine hatine û banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kirin.

Jinên bajarê Mûsilê yên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bi salane dijiyan, bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji çeteyan neçar man warê xwe terk bikin. Jinên ku bi rojan li ser sînor di nava şert û mercên giran de derbasbûn diyar kirin ku ligel derfetên kêm ya rêxistinên civakî ên rojavayê Kurdistanê, xwedî li wan derketine û wan li kampa Holê bicih kirine.

'Rojava cihê aramiyê ye'

Yek ji jinên koçber Beyda Hemûd anî ziman ku çeteyan piştî bajarê Mûsilê dagirkirin, gelek zilm li welatiyan kirine û wiha got: "Me ji mafên me yên jiyanê bêpar hêştin. Her wiha tirsek mezin bi hovîtiya xwe di dilê me de çêkirin. Li beramberî kiryarên çeteyan hikûmeta me jî ti alîkarî neda me. Ji ber wê me li ber xwe da û me xwe gihand Rojava. Rojava cihê aramiyê ye."

'Rêxistina Rojava tevî derfetên kêm alîkariya me kir'

Sara El-Hemad jî qala zehmetiyên xwe yên li ser sînorê Recim Silêbî kir û wiha axivî: "Heya em gihiştin Rojava me gelek zehmetî kişandin. Em di sermayê de li ser sînor diman û ji ber wê yeke nexweş diketin. Ti rêxistinan ji bilî Rêxistina Rojava alîkarî neda me, Rêxistina Rojava tevî derfetên xwe yên kêm pêdiviyên me pêşwazî kir. Em pir kêfxweşin ku em niha li ser erda aramiyê Rojava ne. Em bang li Rêxistinên navnetewî û mirovahaiyê dikin ku alîkariya me bikin."