ROJEVA 02'Ê KANÛNA 2016'AN

09:00

*Jinên Mûsilê yên ku ji ber şerê li bajêr neçar man ji warê xwe koçbikin û derbasî Rojava bibin diyar kirin ku ji ber ew aramiya jiyana xwe li Rojava dîtine hatine û banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kirin.

* Umu Çirak ya yekem seyarfiroşa jina li Wanê ye, li ser tezgeha xwe cil û bergên zivistanê yên wekê gore, kazax, bincilk û korseyên ku j ibo êşa fitikê başe difroşe.

*Oyenna Echeevarrîata ku di organîzasyona DKY’ê de cih digire bi lêv kirku ji bo jinan têdikoşin û parçeyek vê têkoşînê jî jinên Kurd didin. Oyenna anî ziman kul i her derê têkoşîna jinên Kurd vedibêjin û bi jinan re xwe xurt dikin.

*Komeleya Alîkariyê ya Jinan li Kantona Efrînê li hember ambargoya li ser herêmê dest bi hemleya çandiniyê kirin. Di çerçoveya hemleyê de li gundê Mîdan Ekbes yê girêdayî navçeya Raco jin dest bi çandiniya sîr û pîvazan kirin.

*Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder diyar kir ku li Îdirê jin di her qada jiyanê de cih digirin û êdî jin di serî de şîdet û hemû destdanên li hemberî wan qebûl nakin.

*Di yurda xwendekaran ya girêdayê tarîkatê ya Aladagê de komku jî hat jiyîn û ev li Tirkiyeyê ne mînaka ewile. Ev yurdên ku li Konya, Amed û gelek deverên din bên kontrol tê vekirin, gelek zarokî jiyana xwe ji dest da. Herî dawî Komeleya Zarokan a Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin di projeya xwe ya yek de wê ewlehiya fîzîkî ya li dibistan û yurdan lêkolîn bikira.

*Midûrê Giştî yê CNN Turkê Erdogan Aktaş bi gotina ‘min wêneyê we hemûyan kişand, ez tespît bikim’ jinên AU ÎLEF’ê tehdîd kir. Jinên AU ÎLEF’ê wiha gotin: “Emê kevneşopiya çapemeniya azad ya ku çapemeniya wekheviya zayendî ava dike, mezin bikin.”