Li Til Temirê 19 şervanên YPJ/YPG'ê hatin bi bîranîn

14:36

TIL TMEIR- 19 şervanên YPJ/YPG'ê yên ku di sala derbasbûyî de, di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê ya li bajarê Til Temirê jiyana xwe ji dest dabûn îro li Navenda Saziya Malbatê Şehîdan hatin bi bîr anîn.

Li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê Navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca biranîna şervanên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, merasîmek ya bibîranînê li dar xist. Şervanên YPJ/YPG'ê Warşîn Til Temir, Kamîran Til Temir, Kamîran Receb, Qasim Til Temir, Rêzan Rizgar, Kamîran Koçber, Rojdem Şiyar, Dilgeş Til Temir, Cûdî Til Temir, Berxwedan Til Temir, Bawer Til Temir, Agirî Til Temir, Senherîb Til Temir, Demhat Til Temir, Botan Til Temir, Gerzan Til Temir, Jînda Ronahî, Bêrîtan cûdî û Arjîn Cûdî di salên derbasbûyî de di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn û îro bi merasîmek ya biranînê, hatin bibîranîn.vDi merasîma bîranînê de Rêveberiya Kongra Star Çinar Yûsif, Terfa fewaz, Ronahî Til Temir jî amade bûn.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Mihemed Tahir Yûnis axivî. Mihemed têkoşerên berxwedana Til Temir bibîranîn û wiha got: "Divê em û tevahî gelê kurd li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin û xewn û xeyalên wan di Kurdistaneke azad de pêk bînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin ku em ê heya dawiyê li ser şopa wan bimeşin."

Rêveberiya Kongra Star Çinar Yûsif hemû cangoriyên azadiyê bibîra anîn û wiha axivî: "Em îro bi saya şehîdên xwe gihiştine astên serkeftinê û rojên pîroz dijîn. Ji bo wê divê em hemû li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin û rêya wan bidomînin."

Li ser navê Meclisa Gelê Aşûrî Odîna Adem Kena jî wiha got: "Divê em hîn zêdetir xwedî li şehîdên xwe derkevin, ji ber ku canê xwe ji bo me feda kirin û xewna wan ew bû ku gelê herêmê di welatekî azad de bijîn."

Hemdiya Kûtê dayîka têkoşer Jînda jî axivî û wiha got: "Şehîd Jînda bi rih û canê xwe tevlî vê şoreşê bû. Li Kantona Kobanê yekemîn tabûra hêzên leşkerî YPG'ê ava kir. Şehîd Jînda her dem dixwest ku gelê wê bêhna azadiyê bikşîn û bi hêvî li ser axa welatê xwe bijîn. Em jî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina riya wan nû dikin."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.