Ji bo gerîlaya YPJ’ê Sema Şeker mewlud hat dayîn

14:25

WAN – Ji bo endama YPJ’ê Sema Şeker ya ku di emcama operasyona ‘Xezeba Firatê’ de li Til Semer jiyana xwe ji dest da li Wanî mewlûd hat dayîn.

Ji bo endama YPJ’ê Sema Şeker (Dîren Amargî) ya ku di hemleya ‘Xezeba Firatê’ de ku ji bo rizgarkirina Reqayê hat destpêkirin jiyana xwe ji dest da li wanê ji aliyê malbata wê ve li mala şînê ya li taxa Cewat Paşayê mewlûd hat dayîn. Di mewlû da ku wêneyên Sema hatin daliqandin de, Heserokên DBP û HDP’ê yên bajar ên Wnê, pêkhateyên TJA’yê yên Wanê, Raydarên MEYA- DER Û TUYA – DER’ê yên ku bi biryara KHK’ê hatin girtin, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek welatî tevli bûn.