Cenazeyê Sabîha nadin malbata wê

13:15

AMED - Cenazeyê Sabîha Uçoş ya ku li nava kolanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin nadin malbata wê û cenaze ev 10 roj in ku li nexweşxaneyê tê rawestandin.

Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Uçoş ya ku li Baglara Amedê ji aliyê polîsan ve li nava kolanê hat qetilkirin bi hinceta testa DNA'yê nehatiye kirin ev 10 roj in ku li Nexweşxaneya Gazîyaşargîl a Amedê tê ragirtin û nadin malbata wê. Her wiha cenaze li gel tebîta nasnameya bav Hamît Ucoş hatiye kirin jî dîsa tê rawestandin.

Malbata Sabîha ya li Wanê ji bo ku cenazeyê keça xwe defin bike li Wanê li benda testa DNA'yê ne.