Endama Meclisa Şaredariyê Nazîme Abî hat binçavkirin

12:53

WAN - Endama Meclisa Şaredariyê ya Elbakê Nazîme Abî, bêyî ku sedemek bê nîşandan li ber avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Elbaka Wanê Endama Meclisa Şaredariya Elbakê Nazîme Abî, hat binçvkirin. Nazîme ya ku ser ê sibehê hat ber şaredariyê wesayita wê hat astengkirin û piştî ku wesayita wê hat astengkirin bê yî ku sedem bê nîşandan ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Her wiha nehat zanîn ku Nazîme birin kî derê.